Di roja 83'an de ropêç û êrîşên ser Sûrê berdewam dikin
11:57
JINHA
AMED - Li Sûrê li gel hemberî taxên ku sivîl lê mahsûr mane û bênavber bombebaran lê didomin jî, ji vê sibehê ve 3 teqşnên dijwar pêk hatin.
Li navçeya Sûra Amedê ku li gel dorpêçkirin û êrîşan, li hemberî taxên ku di nav de zarok, dergûş û jin jî tê de nêzî 200 sivîlên lê dimînin, ji aliyê hêzên dewletê ve bi topan bombebaran didome. Bombebarana ku duh bi şev dest pê kir, di saetên sibehê de zêdetir bû. Li taxên ku bi tankan tên bembebarankirin, dem bi dem 3 teqînên dijwar pêk hatin. Dengê teqînan li bajêr olan da, li gel vê li asîmanên navçeyê liv û tevgera helîkopteran didome.
Piştî nûçegîhanê DÎHA yê Mazlûm Dolan bi malbata Ateş re ji navçeyê veqetiyan pêwendî hat birîn û ji ber vê agahiyên zelal nayên girtin. Li gel bînayên ku sivîl lê mahsûr mane tên zanîn jî, hêzên dewletê bi topan bînayan bombebaran dike. Li gel hemû hewldanên ji bo wehşeta li Cizîrê li Sûrê pêk neyê, hêzên dewletê êrîşên xwe didomînin.
Her wiha sewqiyata leşkerî ya bo navçeyê didome û li hemû deriyên têketina navçeyê noqteyên GBT'yê yên polîsan hene û li van noqteyan lêgerîn û venêrîna nasnameyan didome.
Li gel van agahiyan, malbatên ji Sûrê yên bi darê zorê û çekan hatibûn derxistin, vegerîna wan a navçeyê didome.
(zt)
