ROJEVA 22'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên Ciwan 1. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan nirxandin û gotin; "Di cîhanê de kesê ku herî zêde girîngî dide jin û ciwanan Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê jinên ciwan biryar girtin ku bi lidarxistina kongreyê di meha Sibatê de ji hêzên komploger re bêjin ku hûn nikarin Rêberê me dîl bigrin."
*Dayika Naim Tekîn (Mazlum Colemêrg) ê ku li Wanê di nav 12 ciwanên hatîn qetilkirin de bûye Zemîde diyar kir ku ewê li peyî şopa zarokên xwe bin.
* Li navçeya Gevera Colemêrgê pîştî rêveberiya xweser hate îlan kirin welatiyan ji bo parastina taxên xwe xendek çêkirin û destûr nadin ku hêzên dewletê di taxên wan de serweriyê bike. Jinên Geverê ji bo dewlet nekeve taxên wan ketin nav liv û tevgerê û barîkatan çêdikin.
* Fatma Ateş a ku li Surê dayîka berxwedanê bû, di tevahî jiyana xwe de ji bo azadiya gelê kurd tekoşîn kir û digot; "Heta yên li gel min jî dernekevin ez dernakevim." Yên li gel wê jî gotin; "Wê cesaret da me hemûyan."
*Li Şirnexa rêveberiyên xwecihî lê hatî îlankirin hemû pirsgirêk li Meclisa Gel tên çareserkirin. Hevseroka Meclisa Gel a Şirnexê Ayşe Çiftçi diyar kir ku ji pirsgirêkên weke şideta nava malê heya di temenê biçuk de zewicandin, perwerde, tenduristî û gelek pirsgirêkên dinê ne li saziyên dewletê li saziyên rêveberiya cewherî Mala Gel tên çareserkirin.
