ROJEVA 21'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:23
*Jinên alîgirê werzîşê diyar kirin ku li hember êrîşên nijadperest ên ser Amespor ê dê bêdeng nemînin û gotin: "Em weke jin li gel taxima xweyîn. Emê li hemberî hemû êrîşan li gel wan bin."
*Li Xabûrê keça Hazne ya di temenê biçuk de hatî zewicandin Hacer ji bo alîkariya birîndaran 11 roj berê ji malê derket. Hazne ya ku hemû êşên Kurdistanê herikiyî hinavê wê got: "Min dixwest ez wê bi xeyalên min jê re kirî bidim jiyandin. Xeyalên min piştî 12 saliyê dawî bû. Keça min bi xeyalên xwe dewlet qedand. Her du jî hemane. Min qet nedixwest qedera me herduyan heman be. Jiyanê ev nîşa min da."
*Jinên Geverê li hember dorpêçên ser Kurdistanê li piş xendek û barîkatan jiyanê ji nû ve avadikin. Jin bi kevirên dadinin ser barîkatên rêveberiyên cewheriyên vîna gelê kurd banga; "Werin em bi hev re li axa xwe xwedî derkevein."
