'Bila hemû kes bi zimanê xwe baxive û bijî'

19:01

JINHA

WAN- Şaxa KURDI-DER'ê Wanê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zîkmakî ya Cîhanê daxuyanî dan. Rêveberê KURDI-DER'ê bang li her kesî kir ku xwedî li ziman dayîkê derên.

Şaxa KURDI-DER a Wanê bi minesebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da. Mamoste û xwandekarên KURDI-DER'ê Mûdirê Enstîtuya Zimanên Zindî yê Zaningeha Artûklûyê yê Mêrdînê Kadrî Yildirim, Parlementera HDP'ê Tugba Hezer û hevserokâ HDP'ê Derya Hayva, gelek welatiyên jin jî li parqa Feqiyê Teyran kom bûn. Bi panqerta rengê kesk, sor û zer hat vekirin û li ser, "Bi zimanê xwe di nava gelê cîhanê de cih bigre", "Zimanê dayikê kulîlkê; ne hêle biçilmise", "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayika ye Cîhanê pîroz be" hatin vekirin. Rêveberê KURDI-DER'ê Ahmet Aygûn daxuyanî da.

'Çima dibistanên Kurdî nayê avakirin'

Rêveberê KURDI-DER'ê Ahmet Aygûn li ser girîngiya rojê wiha got, "Hem li ser gelan van hovitiya pêk tînin hem jî bê şerm û fedî dibêjin em birayên hevin. Hem 93 sal in di serî de gelê kurd zimanê gelan qedexê dikin. Heke ku em birayê hev bin çima li her bajarekî tirkiyê û Kurdistanê bi hezaran dibistanên perwerdehîya tirkî hene û yek dibistanê ku ji aliyê dewletê ve hatiye vekirin û bi zimanê Kurdî perwerde tê dayin tune."

'Kurd ji bo zimanê xwe wê têkoşîn bide'

Ahmet di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku, "Kurd ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bo hemû maf û azadiyên têkoşîne dimeşîne, wê bimeşîne jî. Heya ku wan daxwazên gelê kurd pêk bên, dê têkoşîna gelê kurd berdewam bike. Eger ku zimanê kurdî azad bibe, dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe."

'Roja zimanê dayikên zikmakî pîroz be'

Ahmet di dawiya wiha got, "Bi hêviya azadiya çand, ziman, bawerî û nirx û rûmetê hemû gelan û li ser bingeha jiyanek aştiyek mayinde 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelê kurd pîroz be."

(hk-db/rc)