ROJEVA 19'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Bi komunên çandiniyê yên ku li Amed, Wan û Êlihê hatîn avakirin re axa Kurdistanê ya hatî ziwakirin bi destê jinê cardin avî dibe û tê çandin. Endama Komuna Çandiniyê ya KJA yê Dilek Acer komunên çandiniyê vegot.
*Hatice Kose ya ku ser dezgeha xwe ya li bazarê şînatiyên derman pêşkêş dike got: "Birastî di vê civakê de jinbûn gelek zore lê emê van zoriyan derbas bikin."
*Jinên Wanê bi mebesta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê nêrînên xwe anîn ziman û goti: "Di dibistanan de zimanê me qedexe bû, zarokên me hînî zimanê tirkî kirin, lê bila bizanin em kurdin û zarokên kurdanîn. Em xwe û zimanê xwe winda nakin. Em ji bo zarokên xwe dibistanên kurdî dixwazin."
* Jinên ku li Stadyuma Atatûrka Amedê sporê dikin, destnîşan kirin ku zîhniyeta desthilatdariyê dixwaze qadên jiyana jinan tune bike û wiha gotin, "Qadên ku em derdikevin lê nefes digirin cardin ji aliyê dewletê ve dixwazin bên tune kirin. Dixwazin şerek cuda li hember jin bidin despêkirin û tune bikin."
