Ciwanê ku li Hezexê birîndar bûyî hat biçav kirin

19:07

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Hezexa Şirnexê di topbaranên hêzên dewletê de welatiyên bi navê Abdulcelil Gasyak ê astengdar piştî bombebaranê birîndar bûyî hîn derman kirina wî tamam nebûyî polîsan ew binçav kirin.

Li navçeya Hezexa Cizîrê serê sibê hêzên dewletê topbaran kirin. Di topbaranê de welatiyê bi nave Abdullcelil Gasyak ê ku astengdar bi saetan li kolanê birîndar ma. Abdulcelil piştî çend saetan rakirin Nexweşxana Dewletê a Cizîrê û li nexweşxanê kirin binçavan. Bijîjkan diyar kirin ku divê Abdulcelil demekê were dermankirin lê polîsan Abdullcelil Gasyak birin Muduryeta Polîsan a navçeyê.

(dt/zt)