Ambulansa ku ji bo Fatma çû hate asteng kirin
15:39
JINHA
AMED - Ambulansa ku ji bo Fatma Ataş a ku li Sûrê bi guleya hawanê giran birîndar bû wergire çû Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hate asteng kirin. Sînem Ateş a ku li ba diya xwe ye got, "Diya min giran birîndar e, pir xwîn wenda dike. Em li nêzî Mizgefta Haci Hamît in. Eger ambulans were em dikarin bibînin."
Li navçeya Sûr a Amedê ku di bin topbarana giran a hêzên dewletê ye, jina bi navê Fatma Ateş (55) ji ber guleya hawanê ya li mala wê ket, giran birîndar bû. Ambulansên ku ji bo jina birîndar wergirin çûn Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin asteng kirin.
'Diya min pir xwîn wenda dike'
Keça Fatma, Sînem Ateş ya ku li ba diya xwe ye, saet derdora 13.50'an de li apê xwe Abdulgaffur Ateş geriya û ev tişt gotin: "Diya min saet di 10.00'an de dema derket hewşa malê bi parçeyên şarapnelê birîndar bû. Giran birîndar e û pir xwîn wenda dike. Rûyê wê nayê nasîn. Em nêzî Mizgefta Haci Hamît in. Eger ambulans were em dikarin bibînin."
Leşkeran asteng kir
Li ser agahiyên Sînem Ateş, rêvebirên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li 112 Beşa Lezgîn geriyan û daxwaz kirin ku ambulans bi lezgînî biçin cihê bûyerê. Rayedarên beşa lezgîn jî dan zanîn ku ji cihê ku tê gotin re ambulans hatiye şandin lê leşkeran bi hinceta "ewlehiyê" ambulansê asteng kirine.
Ji bo Fatma serlêdan hatibû kirin
ÎHD'ê, ji bo malbata Ateş îro bi daxwaza tedbîra demî serî li Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) dabû. ÎHD'ê ji bo Fahrî Ateş (60), Fatma Ateş (55) û zarokên wan Fatma Ateş (27), Sînem Ateş (23) û Berîtan Ateş (17) serlêdan kiribûn.
(rc)
