Li Cizîrê welatiyên tên girtin cezayê pera didin wan

13:47

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê dorpêça bajêr ev 67 roj in didome û welatiyên ku dertên ber derê mala xwe jî têne binçavkirin û rastî cezayê pereyê tên. Li navçeya ku av û elektrîk tune ye 20 hezar kes bi hevgirtîn û parvekirinê jiyana xwe didomîne.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di dorpêça 67 rojan de heya niha kêmanî 232 welatî di êrîşên tevkujiyê de hatin qetilkirin. Her çiqas Wezîrê Karê Hundir Efkan ala daxuyand û got "operasyonên li navçeyê temam bûne" jî dorpêç, qedexe û terora dewletê ya li ser gel didome. Li navçeyê destûr nayê dayîn ku tu kes derkeve ber derê mala xwe. Polîsên ku taxan dorpêç dikin, dikevin malan û her cûre heqaretê li gel dikin.

Marketên ku ji roja destpêkê ya êrîşan heya niha girtî ne, tenê ji bo pêdiviyên polîsan tê vekirin. Polîsên ku diçin her du marketên ku di bin dorpêçê de ne, hemû pêdiviyên xwe dikirin lê welatiyên ku diçin marketan têne binçavkirin û li emniyetê rastî cezayê pereyan tên. Şêniyên navçeyê ku beriya qedexeyê amadekariyên xwe kiribûn, ji ber ku dorpêç 2 mehan derbas kir erzaqên gel jî ber bi xilasbûnê ye.

Li navçeya ku gelek caran elektrîk qut e, 20 hezar kes di bin şertên giran de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Ji ber ku li navçeyê tup jî nemaye gel li ser ocaxên kevir şîva xwe çêdike û kêmasiyên xwe jî bi hevgirtin û parvekirinê temam dike. Ji ber ku hêzên dewletê kanalên avê jî teqandine, ji muslixan av nayê û gel ji bîran avê dikşîne.

(ekîb/zt)