ROJEVA 19'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên Îzmîrê ên ku piştgirî didin berxwedana Artvîn yê li hember dagirkirina xwezayê diyar kirin ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û gotin pêdiviyê wan ne bi zêr, bi daristan û hewayek paqij heye.
* Reqisvanên BGST'ê diyar kirin ku divê xeleka aştî pêl bi pêl belav bibe û wiha gotin, "Pêwîste mirin ewqas rewa neyê dîtin. Heya têkoşîna me hebe dê aştî pêk were."
*Qetilkirina jinan li Tirkiyê û Kurdistanê her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jin a Ekîn Ceren Ayşe Çaçan û Civaknasa Navenda Jin a Kardelenê Rûken Taşdemîr diyar kirin ku sedema komkujiya jinan yek jî ji bo jinên berxwedêr bêdeng bikin."
*Navenda Jiyana Jinê a Rojîn bi vekirina qursê sporê re hem jiyanek bi tendûristî hedef dike hem jî qadê jiyanê berfireh dike. Belma a ku tevî qursê bûye balkişand ser tundiya hember jin û got, "Ji bo em qedexeyan binpêbikin, me aktîvîtên civakî esas girt."
