Li Çiyayê Bagokê 4 cenaze hatin dîtin

19:07

JINHA

MÊRDÎN - Li çiyayê Bagokê ya Nisêbînê piştî encam bombebaran û pevçûnê cenazeyê 4 kesan hatin dîtin.

Çiyayê Bagokê ya Nisêbîna Mêrdînê ev 2 roj in ji aliyê balafirên şer ên tirk ve tên bombebarankirin. Di serê sibê de pevçûn derketibû û li ser vê yekê Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û endamên DBP û HDP'ê çûbûn cihê pevçûnê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî bombebaranê di pevçûna ku derketiye de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku cenazeyên kesên anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê cenazeyên gerîlayên HPG'ê ne.

(zt)