3 cenazeyên nehatin teşhîskirin hatin definkirin
17:58
JINHA
ŞIRNEX - Di êrîşên qirkirinê yên li navçeya Cizîrê de kesên hatibûn qetilkirin 3 cenaze jê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji ber nehatin teşhîskirin, hatin definkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kesên di dîrokên cuda de ji aliyê dewletê ve hatibûn qetilkirin û ji wan cenazeyê 13 kesî ji bo teşhîskirinê şandibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Lê 13 cenazeyên li nexweşxaneyê nehatin teşhîskirin. Cenazeyên ku 2 hefteye li morgê ne 3 jê ji ber guherînên Rêziknameya Saziya Tibê ya Adlî bi talîmata Walîtiya Şirnexê ji nexweşxaneyê wergirtin û li Goristana Nasirhan a li Bajaroka Dêrgulê hatin definkirin.
Hat diyarkirin ku dê 10 cenazeyên mayî jî sibê û rojên din bêne definkirin.
(zt)
