13 cenazeyên Cizîrê şandin Silopiyê

14:28

JINHA

ŞIRNEX - 13 cenazeyên ku duh li Cizîrê ji jêrzemînên wehşetê hatin derxistin, anîn Saziya Tip a Edlî ya Silopiyê ya demî.

Cenazeyên kesên ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin, hê jî ji nav kavilan tê derxistin. 13 cenazeyên ku duh ji jêrzemînên wehşetê hatin derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, îro anîn Saziya Tip a Edlî (ATK) ya Silopiyê ya demî. Tevî 13 cenazeyên ku duh anîn, hejmara cenazeyên ku li Xabûrê tê rawestandin derket 55 kesan.

79 malbat hatin 8 cenaze hatin teşhîskirin

Heya niha ji 158 cenazeyên welatiyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin, 63 cenaze anîn Deriyê Sînor a Xabûrê. Cenazeyan, Muharrem Erbek, Nursel Dalmiş, Ferhat Karaduman, Derya Koç, Edîp Arvas, Aydin Erol, Abdulselam Turgut û Murat Kazici ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Heya niha 79 malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Xabûrê. Cenazeyê Burhan Taşdelen ê ku ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin jî ji ber ku dozgerî testa DNA'yê xwest, car din anîn Xabûrê.

Her wiha hate ragihandin ku bi hinceta ku wê testa DNA'yê were kirin, rojek navber dane teşhîskirina cenazeyan.

(rc)