Leşkerên ser malan de girtin tindiya 'kincên xwe ji xwe bikin' kirin
12:53
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê hêzên dewletê ser malakê de girtin û ji xwediyê malê re haqaret kirin. Leşkeran xwestin ku mêrê li malê li ber çavên malbatê tazî bikin.
Wezîrê Karê Hindir daxwiyaniya "Operasyon temambûye" li navçeya Cizîra Şirnexê dabû. Lê li taxên Cudî, Sur, Nur û Yasef ên Cizîrê hêzên dewletê bi çekên êrîşkirinê bedewam dike. Leşker xurdeyên xaniyan jî davêjin Çemê Dîcleyê. Welatiyên ku çun nava taxên dibin dorpêçê de diyar kirin ku hêzên dewletê bi wesayîtê zirxî eşya kom dikin û dibin. Welatiyan dan zanîn ku malên deriyê wan kilîtkirî jî bi funya şikandine û amurên malên ên sipi yên weke sarincan avêtine ber deriyan.
'Xwestin li ber çavên malbatê tazî bikin'
Duh li Taxa Konaka Cizîrê hêzên dewletê nêzî 10 kesan girtin binçavan û haqaret li welatiyan kirin. Meryem Dalmiş di derbarê serdegirtina leşkeran de wiha got: "Lekşeran wêneyê birayê minê li Kobanê şehîdbûyî şikandin. Ev tiştekî derveyî mirovîtiyê ye. Kontrola nasnama kirin, em hemî malbat li odeymekê kom kirin. Ji birayê min xwestin li ber çavên me xwe tazî ke. Ji birayê min xwestin despêkê ser piştê û paşê ser ser bedenê xwe li erdê dirêj bike. Dema ku birayê min got; 'Em nikarin di nava malbatê de xwe tazî bikin.' Paşê leşkeran çek dan serê wî û dijun gotin û gotin; 'Teqez hun ketine nava şer. Birîna we li kuye.' Heta ji zaroka min re jî dijun gotin."
Ji aliyê din hêzên dewletê marketa ku gel hewceyî yên xwe jê dikirin bi zorê girtin û gel zehmetiya zad dikişînin.
(dt/zt)
