ROJEVA 18'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Şemsa Cezairî li Kantona Kobanê ji bo berdewamkirina çanda xwe yê gelerî û pêşwazîkirina aboriya xwe cil û bergên Kurdî didrû.
*Jinên bajarê Hesekê li hember pergala desthilatdariyê projeyên xweser avadikin û bang li jinan dikin ku tevlî xebatê projeyê bibin û xwe ji nav çar dîwaran rizgar bikin.
*Dayika Abdulselam Turgut, Xecê Turgut ê ku li Cizîrê di jêrzemîna de ji aliyê hezên dewleta tirk ve bi hovîtiye hate qetilkirin, bertek nîşanê komkujî û qetliyaman da û got, "Dibêjin ku biheşt dibin piyê dayikan de ye. Bila biheşta bin piyê me dayikan rakin, lê bila tenê destê xwe li ser zarokên me yên ku behna biheştê ji wan tê rakin."
*Nivîskara Alman Anja Flachê a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji nêzve dîtiye û şahîdiya jiyanê kiriye, nivîsek parvekir û got: "Ji bo azadiya Ocalan têkoşîn, ji bo jiyanek alternatîf, ji bo Utopyayek mezin têkoşîn e, ji bo jiyaneke ji derveyî dewlet, desthilat û zordestiyê têkoşîn e."
*Jinên Geverê bertek nîşanî li Cizîra Şirnexê qetilkirin û tazîkirina jinan dan û gotin: "Me ticarî ji bedena jinan a tazî şerm nekiriye û emê şerm nekin."
*Di çarçova konsepta şerê AKP'ê dayî despêkirin de bi tangan li Surê dixin. Ji ber dengê topan û çekên giran gelek jin zarokên wan jiber çun, gelek jî zu zan û jinên zayîn jî şîrê wan qut bû. Mudura Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Surê Fatma Gulçiçek diyar kir ku li gel ev hemû bûyerên bi ser jinan de tên, zarok jî travmayan jiyan dikin.
* Girtiyên siyasî ên jin her roj li girtîgehê rastî îhlalkirina maf tên. Şehrîvan Çobana ku li Girtîgeha Girtî a Tîpa M ya Wanê rastî şîdeta fîzîk û derûnî a leşkeran hatî, ligel ku rapora wê a ku hatî darp kirin jî cezayê hûcreyê lê hat birîn.
