Amed ji bo Surê derket kolanan

19:58

JINHA

AMED - Li Amedê dema ku welatî ji jêrzemînên Surê daketin kolanan rastî êrîşa polîsan hatin. Welatiyan Cadeya Ofisê ji tirafîkê re girtin û
dest bi çalakiyan kirin.

Dema ku Amedê bihîst di navê de zarok û birîndar jî heyî gelek welatî di jêrzemînên Surê de asê mane daketin qadan. Welatiyên li ber AZC Plaza ya Ofisê hatin bahev daxuyanî dan û ji bo dawîbûna dorpêça ser surê daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê polîsan bi gaza îsotê êrîşî girseya gel kirin. Piştî êrîşan welatî cardin hatin bahev Cadeya Gevran a Ofisê ji trafîkê re girtin û ketin nava çalakiyan. Welatiyan diruşme bilind kirin, li derê dikanan xistin û deng derxistin.
Navçeya Rezan jî ji bo Surê ketin nava çalakiyan.

(zt)