ROJEVA 17'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Kantona Efrînê êrîşên dewleta Tirkiyê a li ser gundên Ezaz û Efrînê şermezar kirin, ev êrîş wek berdewamiya komploya navnetewî nirxandin.

*Civaknas Rojbîn Firat li ser rewşa jinên navçeya Elbaxê axivî û diyar kir ku jinên navçeyê ji aliyê hişmendiya feodal tên astengkirin û jin di malê de tê sînordar kirin.

*Cîhatê ku hesdikir tevî xuşk û birayê xwe fîlîm karton temaşe bike û Rozerîna ku dixwast bibe bijîşk... Li Surê ne tenê qetilkirin her wiha xeyalê mirovan jî ji aliyê deweletê ve tê dagirkirkirin. Malbatên nikarin cenazeyên xwe bigrin jî hewar dikin û dibêjin "We qetilkir lê herî kêm cenazeyê wan radestî me bikin."

*Navenda Rewşenbîrî û Huneri ya Endêşe Festîfala Pirtûkan a Zivistanê lidarxist. Amadekara festîfalê Ferzane Alî got: "Armanca me pêşxistina asta xwendin û rewşenbîr kirina civkêye, bi taybet jî gencan. Ji bo vê jî pêşwaziyek pir bi germî ji aliyê welatiyan ve ji vê kernevalê re hat kirin."

*Leystûkvana Koma Basketbola Jin a Rezanê Zîlan Gûlsûm ji ber qezayek neçar ma demek ji sehê dûr bimîne, niha vegerî sehê û serkeftinên girîng bi dest dixe. Xeyalê Zîlan tenê vegera Koma Millî a ku neçar maye jê veqetê ye.

*Sebahat Tuncel balkişand ser hilweşandin û qirkirina nejadiya deshilatiyê û got: "Herî dawî tişta li Cizîrê kirin, xwestin vîna berxwedêran teslîm bigirin. Berxwedêran jî bi bedel dayînê mirin dan ber çavê xwe li hemberî wan derketin. Bêgoman dê ev berxwedan gelê Kurdistanê bigihîne hedefa wan a azadiyê."

*Mûzeyyen Tuncel; şervanek ciwan yê jine. Mizgîn digot çiya evînê mine. Ligel ku ciwan bû, jîr, rû li ken, posîtîfbû lê xwedî seknek serhildêr û hindek jî wek munzur... Dayîka wê wiha qala wê dike.

*Ji Komisyona Aboriyê ya KJA yê Sema Koç rola jinê di aboriyê de nirxand. Sema diyar kir ku jin aboriyê bi ekolojiyê ve girêdayî digirin dest û weke debarê rêxistin dikin.