Dozgeriya Dîlokê nehişt malbat li cenazeyên xwe meyzênin

12:46

JINHA

DÎLOK - Piştî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyên di jêrzemînên wehşetê de hatibûn qetilkirin, cenazeyên 20 kesan ji bo otopsiyê şandin Dîlokê. Li ser vê malbat bo teşhîskirina cenazeyan serî li dozgeriyê da, lê serlêdan ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin û ji bo teşhîskirinê 4 wêne nîşanî malbatan dan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hemwelatiyên hatibûn qetilkirin û bo otopsiyê cenazeyên 20'î ji wan şandibûn Dîlokê. Malbat bo teşhîskirina cenazeyan hatin Dîlokê, lê bi biryara dozgeriyê cenazeyan nîşanî malbatan nadin. Ji aliyê dozgeriyê ve bes 4 wêne yên "Di rewşa teşhîskirinê de ne" nîşanî malbatan dan, lê daxwaza dîtina cenazeyan a malbatan nayê qebûl kirin. Malbata Alî Firat Kalkan yê ku difikirin cenazeyê zarokên wan jî li vir e, dema bo teşhîsê serî li dozgeriyê dan, bes ji aliyê dozgeriyê 4 wêne bo wan hate nîşandan û ji malbatê xwestin ku ji van wêneyan zarokê xwe teşhîs bikin. Her wiha daxwaza malbatan a dîtina cenazeyan jî hat redkirin.

Cenazeyên şandin Dîlokê, piştî otopsiyê, li Goristana Yeşîlkentê radikin morgê û dawiyê agahiyê didin berpirsiyaran û bi vî awayî nahêlin parêzer beşdarî otopsiyê bibin. Ev pêkanîn û redkirina daxwaza teşhîskirinê, wek veşartina wehşeta pêkhatî hate şîrovekirin.

(dt/zt)