102 parlementerên Ewrupayê gotin bila 'PKK ji lîsteya terorê were derxistin'

12:37

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - 102 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" were derxistin tevlî kampanyaya îmzeyê bûn.

Li Ewropayê hewldanên polîtîk û dîplomatîk ên ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" were derxistin her ku diçe xurttir dibe. Beriya niha li Parlamentoya Ewropayê (PA) ji bo PKK ji lîsteyê were derxistin kampanyaya îmzeyê hatibû destpêkirin. Herî dawî ji hemû komên siyasî yên parlamentoyê, 102 parlamenter îmze dan kampanyayê û daxwaz kirin ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

2 parlamenterên ku kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin dê saet di 12.00'an de li Qada Schumanê ku Komîsyona Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê lê ne, tevlî civîna çapemeniyê dibin.

(zt)