ROJEVA 16'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên bajarê Dirbêsiyê êrîşên hember jin yê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana jinan pîroz kirin.
*Lestûkvanên Koma Futbola Jin a Mûşê qala zehmetiyên ku jin di qada sporê de dikêşin kirin û peyama "Em ê têkoşîna xwe bidomînin" dan.
*Malbatên ku neçar mane ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê bên Edenê, ligel tinebûna pêdiviyên jiyanê têkoşîna jiyanê di bin konên naylon de didin. Jinên Rojava diyar kirin ku zarokên wan ji sermayê nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin û gotin xeyalê wan vegera axên azad e.
*Kooperatîfa Jinan a Roniya Hêviyê girêdayî jin û zarokan xebatan dimeşînin, nêzî 7 mehane ji ber dorpêçê nikarin li Surê xebatên xwe bidin meşandin. Ji avakarên Roniha Hêviyê Nevin Yakut diyar kir ku ji ber dorpêçê nikare kooperatîfê bixebitîne.
*Li Amedê M. G. yê 60 salî ku di sala 2013'an de îstismara zayendî li du zarokên xwe yên 5 salî kiriye bi gotina "Ez li mizgeftê me. Ez heciyîm" parastina xwe kir. M. G ji derve tê darezandin û dadgehê jî piştî sê salan rapora rewşa deruniya zarokan xwest.
* Parêzer Sezîn Uçar diyar kir ku gotinên rayaderên dewletê yê hember jinan bi yek ser bandorê li biryarên dadgehê dike û got dewlet bi vî aweyî bingeha şîdetê amede dike.
