Şêniyên Nisêbînê: Em dev ji Nisêbîna rengîn bernadin

19:50

JINHA

MÊRDÎN – Şêniyên Nisêbînê ku bi mehan e li hemberî êrîşên tevkujiyê li berxwe didin, nerazîbûn nîşanî nûçeyên şerê taybet ên wekî, "Gelê Nisêbînê teva koç kir" dan. Hemwelatiyan anî ziman ku heta mirinê dê li ber xwe bidin û dest ji axa xwe bernadin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ligel êrîşên tevkujiyê yên xedar berxwedana gel jî didome. Ligel êrîşên dewletê çapemeniya tirk jî wezifeya xwe ya şerê psîkolojîk bênavber bi cih tîne. Çapemeniya tirk bi roja şerê psîkolojîk dimeşîne û îdîa dike ku kesek di Nisêbînê de nemaye. Gelê Nisêbînê nerazîbûn nîşanî şerê çapemeniya tirk ê taybet da û daxuyand ku tu caran dest ji axa xwe bernadin. Gel nûçeyên şerê taybet wekî perçeyek polîtîkaya dewletê ya sirgûnkirina bi zorê û koçberiyê nirxand.

‘Qetlîamên xwe nabînin koçberiyê dibînin’

Dayika bi navê Emîne Koç diyar kir ku Nisêbîn tije ye û tu kes ji malên xwe koçber nebûye. Emîne got ku heta dilopa xwîna laşê xwe ya dawî dê li berxwe bidin û ji ser axa xwe neçin tu deverê. Emîne anî ziman ku ew dê mal û kolanên xwe ji tu kesî re bernedin û wiha axivî: “Bila herkes viya baş dizenibe. Ew dewleta derewkar qetliyamên li Nisêbîn û li Kurdîstanê nabînin, lê reva mirovan dibînin. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku kes dev ji malê xwe bernede. Eger ku em mal û cihê xwe berdin dê kêfa dijmin jî bê. Îro roja serhildanê ye divê ku kes ji ser axa xwe koçber nebe. Eger ku em axa xwe ji wan re berdin dê axa me û malên me bikin kavil û wargehên xwe. Eger ku em li hember dagerkeriyê dernekevin dê hin bêtir me qetil bikin û bedena me tazî bikin û deynin meydanan.”

‘Em dest ji Nisêbîna rengîn bernadin’

Jina bi navê Melek Kavak jî destnîşan kir ku dest jê bernedana axê parastina şeref û namûsê ye û wiha domand: “Divê em dev ji axa xwe bernedin. Bila Erdogan û çeteyên wî û çapemeniya wî jî baş dizanibin em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ser axa xwe têbikoşin û berxwedana xwe berdewam bikin. Bila dewlet û AKP baş dizanibin kes ji me dev ji axa xwe bernedaye û vaye em hemû kes li malê xwe ne. Em ê tu deme dev ji Nisêbîna xwe rengîn bernadin.”

‘Çav berdane malên me dane’

Şêniyê bi navê Osman Ozdemîr jî ku bi mehane li taxên berxwedanê li berxwe dide, nerazîbûn nîşanî nûçeyên medyaya tetîk kêş da. Osman da zanîn ku ew di malên xwe de ne û koçber nebûne. Osman da zanîn ku Erdogan û hêzên dewletê ji vexwarina xwîna kurdan têr nabin û wiha got: “Lê bes bila ji xwîna mirovan têr bibin. Çev berî xwîn û malên me dane. Em bez bidin em ê bi ku ve biçin. Jixwe em carek ji gundê xwe koçber bûne, lê niha jî dixwazin me ji vir jî bişînin koçberiyê. Lê bila viya baş dizanibin em ê ji ser axa xwe gavek jî paş ve navêjin. Ewil gundê me xera kirin û niha jî bajarên me xera dikin. Lê em ê destûrê nedin talankirina dewletê.”

‘Heta mirinê jî ez dê li Nisêbînê bijîm’

Hemwelatiyê bi navê Îbrahîm Alp jî bibîr xist ku ew di her 6 qedexeya derketina kolanan de li taxa xwe û mala xwe bûye û ne dev ji mala xwe berdaye û dê ji niha şûn ve jî bernede. Îbrahîm destnîşan kir ku çiqas qedexeyan li ser wan pêk bînin jî ew dê ji mal û taxên xwe dernekevin û ev tişt gotin: “Em ê bi berxwedana xwe çavên wan hovan derbixin. Axaftinên Erdogan ji sedî 99 derew in. Em bang li gelê xwe dikin ku tu kes ji malên xwe neçin. Ev bû 32 sal e ez li Nisêbînê dijîm û heta mirinê jî ez ê li vir jiyan bikim.”

‘Kurd dê her tim li Kurdîstanê bijîn’

Dayika bi navê Hayat Aktaş jî ku li taxa Firatê dijî heman nêrîn anîn ziman û wiha pêde çû: “Em ê koçber bibin biçin kîjan deverê. Eger ku em koçber bibin jî kes me xwedî nake. Em biçin bajarên Rojava jî kes ne kar dide me û em nikarin jiyana xwe li wir bidomînin. Heta em bijîn em ê kurd bijîn û em dev ji vê çandê bernedin. Kes nikare me ji ser axa me derbixe. Ew me hemûyan qetil bikin û tune bikin jî lê em ê ji welatê xwe û malên xwe bernedin.”

(ekîp/zt)