2 cenazeyên li Mêrdînê teşhîskirin şandin Cizîrê

14:25

JINHA

MÊRDÎN - Cenazeyê Tajdîn Merse û Mehmet Dalmiş ên ku li Cizîrê di jêrzemînên hovîtiyê de hatibûn qetilkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê piştî ku hatin teşhîskirin, şandin Cizîrê.

Cenazeyên welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên hovîtiyê de hatin qetilkirin û ji wan ên ku anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji aliyê malbatan ve tên teşhîskirin. Cenazeyê Tajdîn Merse (22) û Mehmet Dalmiş (31) ên ku ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin hatin wergirtin. Cenazeyên ku ji morgê hatin derxistin ji bo bên definkirin ber bi Cizîrê ve hatin şandin.

Ji 17 cenazeyên ku anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê heta niha 5 cenaze hatin teşhîskirin û ji aliyê malbatanv e hatin wergirtin. Ji bo tehîskirina 12 cenazeyan jî li benda testa DNA'yê ne.

(zt)