Cenazeyek ê birin Rihayê teşhîs kirin

14:16

JINHA

RIHA - Ji 28 cenazeyên ku di komkujiya li Cizîrê de hatibûn qetilkirin anî bûn Rihayê û ên ku 6 cenazeyên duh şandibûn Sêwregê ji aliyê malbata Ercan Bîşkîn ve hat teşhîskirin.

28 cenazeyên ku di komkujiya li Cizîra Şirnexê de hatibûn qetilkirin anîbûn Rihayê ji wan cenazeyên Sultan Irmak, Fehmî Dînç û Mesût Karşîn ji aliyê malbatan ve hatibûn teşhîskirin. Piştî van cenazeyan, 6 cenazeyên duh şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê ji aliyê malbata Ercan Bîşkîn ve hate teşhîskirin. Piştî karên li nexweşxanê dê cenazeyê Ercan ber bi Cizîrê ve bê oxirkirin.

(zt)