ROJEVA 15'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:03
*Di pêvajoyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojava bû gelek dayîk tevlî perwerdeya wî dibin û ji nêzve dibînin. Yek ji wan jinan Suat Mistefa (50) saliye. Suat qala bîranînên xwe dike û wiha dibêje, "Dema min xatir ji Rêbertî xwest, destê min di nav destên wî de bû, destê xwe yê din danî ser milê min. Ji min pirsî 'tu çi dixwazî'. Min gotê 'ez tiştekê ji te naxwazim. Ez nizanim heya azadiya Kurdistanê ez ê sax bimînim yan na, lê ez tenê dibêjim heya ez bijîm dê destê min di nav destên te de be, ez ê bi te re bixebitim'."
*Jinên Navenda Asayîşa bajarê Qamişlo komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin; "Azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakê û jinane. Bi slogana 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye' pêwîst e hemû jinên Rojhilata Navîn dakevin qadan, ji bo azadiya Rêberê jinan û mirovahiyê çalakiyan mezin bikin."
*Jinên Şengalê pêşengha wêneyan vekirin û diyar kirin ku ew dixwazin bi destê xwe hovêtiya li Şengalê hatî kirin nîşanî Cîhanê bidin.
*Di encama komkujiyên dewleta tirk ên li Cizîrê de heta niha cenazeyê 120 kesan ji 3 avahiyên li taxên Cudî û Sûrê hatin girtin. Ji van kesan yek jî Berjîn Demîrkaya bû ku heta niha xeber jê nehatiye girtin. Ciwana leheng a gelê kurd ku di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, her tim di çeperên herî pêş ên têkoşînê de cih digire. Berjîn herî dawî di nav xebatên Kongreya Jinên Azad de cih digire û pêşengiya azadiya jinê û têkoşîna gelê kurd dimeşand.
*Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê ku li hember komploya navnetewiya ser Rêerê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin rojek ketîn gireva birçîbûnê bertek nîşanî qetilkirina jina li Cizîrê ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazîkirin dan û gotin: "Jina ku we ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazî kirî taca serê me ye."
*Endama Komisyona Aboriyê ya KCD'ê Meryem Ozdemir, diyar kir ku li herêmên dinê yên Tirkiyê di aliyê aboriyê de polîtîkayên giring tên meşandin, lê li Kurdistanê tenê polîtîka ser şer tê meşandin.
