Li Geverê polîsan êrîşî meşa 15'ê Sibatê kir
14:15
JINHA
COLEMÊRG - Polîsan li Geverê êrîşî meşa ji bo şermezarkirna 15'ê Sibatê kirin û di navbera meşvan û polîsan de pevçun derket.
Li navçeya Gevera Colemêrgê bi hezan kes ji bo şermezarkirina 17'emîn salvegera komploya 15'ê Sibatê meşek li dar xistin. Meşa ku nûner û rêveberên rêxistinên HDP, DBP jî di nav de bi hezar welatî li Kovşaka Girtîgeha kevin li hev kom. Girseya ku xwest heya Kolana Cengîz Topel bimeşe pankarta li ser "Biçehnime 15'ê Bibatê" û "Bi rihê berxwedana Cizirê dê komploya 15'ê Sibatê puç bibe" nîvisî vekirin. Giseyê di meşê de bê navber dîrûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Em 15'ê Sibatê nalet dikin" berz kirin û dest bi meşê kirin.
Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA yan rê li pêşiya girseyê girt û destûr neda ku girse bimeşe. Girseya ku ligel hemû astengiyên polîsan dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyê gazê û ava şît mûdehale kir. Girseyê jî bi kevîr û fîşekên hewayî bersîv da êrîşa polîsan.
Pevçûna di navbera meşvan û polîsan de berdewam dike.
(ga/ho/zt)
