ROJEVA 14'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Ji Koordinasyona PAJK'ê Bêrîtan Dêrsim komploya navnetewiya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin nirxand. Bêrîtan diyar kir ku îro li hemberî komployê alaya berxwedanê li Cizîr, Silopî, Gever, Sur û her çar aliyê Kurdistanê diheje û bang li her kesê kir ku li derdora netewa demokratîk bicivin.
*Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç derbarê komploya 15’ê Sibatê de axivî û diyar kir ku bi milyonan kurd ji desthilatdaran re gotin; 'Em ê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de bînin xwarê' û li çar parçeyên Kurdistanê tu astengî nasnekirin û rabîn serhildanê. Nîlufer bi lêv kir ku gelê kurd mudaheleyî çerxa dîrokê kirin û di sedsala 20’an de pêşî li tecrûbeyên bi êş girtine.
*Li Bazara Sihhiye a Enqerê du jinên ji Meletiyayê bi keda destê xwe ya xwezayî li hember hilberîna kaputalîzmê û marketên wan li ber xwe didin.
*Polîsan li navçeya Elbakê ya Wanê di serdegirtina malan de bi ser malbata Yeşîlirmakê de jî girtin û jina bi navê Adalet Yeşîlirmak bi çekê birindar kirin. Êrîşa polîsan ya li hemberî Adaletê bûyera Dîlek Dogan tine bira mirovan.
*Ji Fermandarên YPS-JIN Axin Besta, bertekên tind nîşanî kirinên hêzên dewletê yên jina li Cizîrê qetilkirîn û paşê ji bo tehşîr kirinê bedena wê tazî kirî da û got: "Divê ev hovîtiya ser bedena jinê hatî kirin ji bo hemû jinên kurd bibe hêrsa tolhildanê. Divê jin vê bizanin; ger jin parastina xwe nekin dê hişmendiya deshilatdar bi hêzên dewletê ser bedena jinan polîtîkayan bisepînin."
*Endama Lijneya Komeleya Çand û Piştevaniya Civakî yên Koç Dikin Şefîka Gurbuz da zanîn ku ‘Koça bi zorê’ ku ji salên 90’î heta niha tê kirin wekî polîtîkayek pişaftinê ye û got, “Gel ji cih kirin, beşekî pişaftinê ya herî girîng û xespkirina milkên gel e.”
*Ji Dayikên Şemiyê Hayriye Dogan ku di salên 90’î de rastî zilma dewletê hatiye, niha jî piştgiriyê dide malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin di nobedê denin bi van gotinan bang li rayedarên dewletê dike: “Heta hûn bi vê rastiyê re rû bir û neyên, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
