Li Nisêbînê êrîşên hêzên dewletê didomin

13:45

JINHA

MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê ligel qedexeya derketina kolanan nîne jî hêzên dewletê ji qada Newrozê bi çekên giran êrîşî taxa Firat û Abdulkadîrpaşa kirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku bi mehane di bin dorpêçê de ye, êrîşên hêzên dewletê didomin. Bi taybetî di saetên êvar û nîvro de her roj li hember taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abidîn û Kişla hêzên dewletê bi çekên giran êrîş dikin. Îro jî maşîneyên zirxî yên li qada Newrozê hatin bicihkirin bi çekên giran êrîş birin ser taxên Abdulkadîrpaşa, Firatê derdora Pira Ahmet Kaya û kolana Şîrînê. Demek dirêj hêzên dewletê êrîşa xwe dom kir û li hember êrîşên hêzên dewletê gel jî bi dirûşmeên, “Bijî berxwedana Nisêbînê” bersiv dan.

(ekîp/eb/rc)