ROJEVA 13'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:09
* Hevalên endama YPS-JIN Hîdayet Taştamur (Asya) a ku di 5 Sibatê de birîndar bû û dûvre jiyana xwe ji dest da qala rûhê wê a fedayîbûnê kirin û gotin ew jinek berxwedêr û rû li kenbû. Endamên YPS-JIN diyar kirin ku dayîkên Şirnexê dê çekê Asya hildin. Strana "Merwano" a ku Asya bi dengê xwe gotiye ji hevalên wê ên têkoşer re bûye mîrate.
*Zanyar û nivîskarê ekolojîyê Janet Biehl, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de aştî hatiye tecrîd kirin û wiha got: "Niha bi lezgîn pêdiviyên me bi dengê wî heye. Herî zêde niha pêdiviya me bi wî heye. Bêdengiya Ocalan perçekirina hêz û potansiyeliya wî ye.”
* Di pêvajoyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojava bû gelek jin ji nêzve dîtin û tevlî perwerdeyê wî bûn. Yek ji wan jinan Necah Gulo ye. Necah got, "Em ji rêbertiyê xwe hînbûn ku jiyan berxwedane. Serkeftin wê ya gelê Kurd be. Tecrîda li hember Rêber Apo ez ne tenê şermezar dikim, lenet jî dikim. Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em ê doza Rêbertiyê xwe bişopînin."
*Derûnnasa Navenda Şêwirmendiya Jin a SELÎS Bahar Bayindir diyar kir ku di demên dawî de qetilkirina jinan zêde bûye û diyar kir ku polîtîkayê dewletê qetilkirina jinan rewa dike. Bahar anî ziman ku dê têkoşîna xwe ji her demê zêdetir bilind bikin.
