Dema roj hiltê qadên xweser xweşiktir dike

09:19

JINHA

MÊRDÎN - Dema di navbera navçeya Nisêbîna rengîn û bajarê Qamişloka evînê de roj hiltê bi xweşikiya xwe balê dikişîne.

Di xwezayê de her tebîatek bi xweşikiya xwe balê li ser xwe dihêle û yek ji xweşiyê jî roj e. Dema roj nebe giyana xwezayê çelmisî dimîne. Li bajarên Kurdîstanê hilbûn an go derketina rojê van bajaran dixemilîne. Li qada xweser û berxwedanê li Nisêbîna rengîn û li bajarê xweser Qamişloka evînê ya Rojava dema roj hiltê li vê heremê xweza bi tîrêjên rojê yên serê sibê dixemile. Derketina rojê bala mirovan dikişîne ser xwe. Dema roj di navbera Nisêbîn û Qamişlo de hiltê hêjayî dîtinê ye.

(bg/rc)