ROJEVA 12'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:04

*Komploya 15'ê Sibatê ya ku weke xalek reş derbazî dîroka kurdan bûye, di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi berxwedana gelê kurd di nava 17 salan de vale hatiye derxistin.

*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyê. 17 sal ser komploya 15'ê Sibatê re bihûrî. Parêzer Eren Keskîn pêvajoya komployê nirxand û got, "Tirkiyê bandora Abdullah Ocalan ya li ser Kurdan dizane û ji ber polîtîkayên xwe yê bi aloz, naxwazin Abdullah Ocalan bidin axaftin."

*Dayîka Zelîxa Qehreman ku ji gundê Lehînê ya ser bi Rojhilatê Kantona Kobanê, pênc zarokên xwe tevlî nava refên YPG'ê kiriye. Di encamê pevçûnan de du zarokên wê şehît dikevin û hevjînê wê jî di komkujiya ku çeteyan li Kobanê pêk aniye de şehîd dikeve. Zelîxa diyar kir ku bingeha vê fedekarî ji bo parastina ax û heskirina wê ya li hember felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

* Li Wanê ji bo felsefeya Filezofê kurdan Ehmedê Xanî ragihinin nîşên nû Komeleya Ehmedê Xanî hate vekirin û li ser felsefe û jiyana Xanî perwerdehî tê dayin.

* Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî a Edenê gotin "Bi salane me got aştî, me navê zarokên xwe jî kir aştî, lê ew her dem qirkirina me esas girtin. Hovîtiya ku li Cizîrê pêk hatî cihê wê di ti pirtûkê de nîne. Êdî zimanê me dê bêşe şer û em ê navê zarokê xwe bikin şer."

*Li bajarê Silêmaniye yê Konferansa navnetewî ya 'Êzidî piştî DAIŞ:Cênder, komkujî û veger” bi armanca komkirina hemû alî û saziyên ku ji bo tomar kirina komkujiya Şengalê kar dikin, ji aliyê sentera lekolînên cênder û pêşxistina peymangeha lêkolînên navçeyî û herêmî li zanîngeha Emerîka hat li darxistin.