Çalakiyên piştgiriya ji bo Surê berdewam dikin
19:46
JINHA
AMED - Li hember qatlîam û dorpêçên ser Surê ev 73 rojin nobet berdewam dikin.
Ji bo ku li ser Sura Amedê dorpêç û êrîş hene çalakiyên nobetê berdewam dikin. Çalakiyên SES, TTB û Platforma Tenduristvanan li ber Şaredariye Bajarê Mezin a Amedê bi durişmên "Li hember mirinê jiyan, li hember reş spî" û "ji bo mafên jiyanê korîdor veke" berz kirin, di roja 51'an de berdewam dike. Her roj piştgiriya tenduristvanan berdewam dike. Ji aliyên din çalakiya malbatên ku nikarin cenazeyê zarokên xwe yên li nava Surê hatine qetilkirin wergirin di roja 23 de berdewam dike.
Berxwedana çalakiya rojiyê wê sibê bi dawî be
Endamên Kongreya Îslam a Demokretîk (DÎK) ê bi durişma "Li hember zilm û qatlîamên Kurdistanê em di çalakiya rojiyê denin" di roja 13'an de berdewam dike. Sibe wê oldar li Stenbol û gelek bajaran çalakiya xwe ya rojiyê bi gotina "Ji bo aştiyê dua bike" dawî bikin. Oldar wê piştî vê çalakiya xwe, çalakiyek nû bidin destpêkirin.
Çalakiya li Parqa Rojava a Peyasê jî hatî despêkirin di roja 10'an de berdewam dike. Çalakî ji aliyê welatiyan ve tê ziyaret kirin. Her êvar çalakiya deng derxistinê di saet 19.00'an de bi durişma "Li hember zilmê deng derxe" jî rastî piştgiriyek mezin tê.
(dt/zt)
