ROJEVA 11'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li Kerboranê berxwedan bi salaye bi pêşengiya jin rêve diçe. Parêzer Ferîde Laçin diyar kir ku jin li Kerboranê ji salên 1990'î heya roja îro li berxwedide û pêşengiya berxwedanê dike.

*Welatiyên Kobanê bi armanca rasthatina salvegera 17.salvegera komploya navnetewî yê ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi çalakiyên cur be cur şermezar dikin. Jinên Kobanê qala girîngiya çalakiyê ku pêk tê kirin û gotin, "Têkoşîna me heya ku rêbertî azad bibe dê bidome."

*Jinên Şengalê li hemberî komkujiya Cizîrê bertek nîşan dan û gotin; "Em hemu gelê me yê niha li Bakur di berxwedanê de silav dikin. Li Cizîrê komkujî pêkanî. Divê her kes li berxwedanê xwedî derkevin. Berxwedana Bakur berxwedana me hemûyane."

* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî di 15'ê Sibatê de anîn Tirkiyê. Jinên Wanê ên ku 15'ê Sibatê wek 'roja reş' îlan kirin diyar kirin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk bê divê her kes li qadanbin. Jinan got, "Berî 17 sal, di Sibatê de roja me hat tarî kirin."

*Li hember hovîtî û jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hatî jiyan kirin hûnermend Lale Mansur û Feryal Oney bertek nîşan dan. Lale Mansur ya ku berê çûye Surê û şahîdiya hovîtiyê kiriye qala hebûnê li Kurdistanê kir û wiha got, "Eger Emîne Erdogan li Cizîre hatiba dinê dibe ku bavê wê li girtîgehên Amedê de ba. Hevjînê wê bi kiryarên faîlî meçhûl wenda baya. Dibe ku kurê wê di wê jêrzemîna wehşetê de ba. Dibe bi alên spî xwestiba zarokên xwe bigre. Vê yekê qet dihizirin gelo? Min darbeyen leşkerî dîtin lê wehşetek wiha yê tirsê avabike min ne dît."