Dayîka birîndar: Zarokên me bi komkujiyê re rû bi rû ne
14:58
JINHA
ŞIRNEX - Hemwelatiya bi navê Fatma Gîzleyîcî ku xizmên wê li Taxa Surê bi komkujiyê re rû bi rû ne, bang li gelê kurd kir ku li her derê derkevin kolanan.
Li Taxa Surê ya Cizîra Şirnexê piştî komkujiyên li taxa Cudiyê, niha gelek kes bi komkujiyek din re rû bi rû ne. Xizma kesên li Taxa Surê bi komkujiyê re rû bi rû ne, Fatma Gîzleyîcî diyar kir ku kesên di bodrumê de tev sivîl in û wiha got: "Birîndar in me di bodrûmê de sax in. Dixwazin wekî Taxa Cudî komkujiyê pêk bînin. Bila dinya hemû bizanibe zarokên me hemû sivilin. Hemû li hewara mal û kesên xwe çûne û li wir asê mane. Hemû xwendevanin. Bila rê bidin dayikan ku biçin zarokên xwe binin. Disan ji beriya çend rojan 55 kes şewitandin. Wan jî kiribû hewar ku gel pêve biçe û wan rizgar bike. Hemu sivilin, ev bajarê meye em dizanin kî têde ne. Ji ber ku malên xwe bernedan wisan kirin. Armanca wan tunekirina kurdan e. Malên me hemû şewitandin. Bila gel hemû rabe. Îro li cizirê qetliam tê kirin dê sibe jî li şirnex û Hezex û tevahiya Kurdistanê berdewam bike. Berdana axa xwe xayiniye."
(ekip/zt)
