Li Nisêbînê hember êrîşên polîsan YPS'ê parastina cewherî kir
10:18
Sibat
10
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê dema ku maşîneyên zirxî êrîşî taxan kirin YPS'ê parastina cewherî kirin û 2 polîs birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di saetên serê sibê de li taxa Abdulkadîrpaşa li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya kevn a Nisêbînê taxê xistine bin dorpêçê. Li hember êrîşên maşîneyên zirxî hêzên YPS’ê parastina cewherî kirin. Di dema pevçunan de 2 polîs birîndar bûn. Piştî her du polîs birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
(ekîp/zt)
