ROJEVA 10'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên Başurê Kurdistanê komkujiya dewleta Tirik li Cizîra Botanê kirî şermezarkirin û gotin: "Li Bakur gelê me di berxwedana jiyanê dane, em jî li vêderê bi pirsgirêkên deshilat û partiyên siyasî ve mijûlin. Bila genc şuna bi rojan li ber deriyê deshilatê benda pera disekinin, berê xwe bidin berxwedana rûmetê."
* Pêkhatina komploya navneteweyî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket 17 salan. Dayîkên Aştî kompolya 15'ê Sibatê nirxandin û gotin bi azadiya Abdullah Ocalan re dê cîhan veguhere baxçeyê gulan.
*Hevjîna Hasan Tagê ku li hember êrîşên ser Cizîrê di roja 16. de hevjîn û zarokê xwe ji taxê dertîne û bi xwe jî yek ji birîndarê jêrzemînê bû, Derya Tag got, "Ez Zîna Ereb a li hember zilma desthilatdariya malbatê serî hildayî me, ew Memê ku canê xwe fedayê gelê xwe kiri ye. Bekoyê me jî dewlete. Gelo dizanin ku ev zilm rûhê serhildanê mezin dike? Wek jinek Ereb dibêjim Bijî Kurdistan, êdî baweriya min bi aştiyê nemaye."
*Nûnera Tevgera Jinên Demokratik Dilşat Canbaz, banga amadekariyên komxebata sêyemîn kir û got: "Em amadekariyên komxebatek bi ziman û rengê jinan dikin.
*Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçigit dorpêç û komkujiyên demdirêje li Kurdistanê berdewam dike nirxand û got: "Xwestin bi qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd li Silopiyayê di şer de serkevin. Lê deshilatiya difikirî dê bi şer serkeve berevajî windakir. Ji ber li pey ji nên berxwedêr bi hezaran jin ketin tevgerê."
