ROJEVA 09'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:01

*Li hemberî ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û girtina korîdorê mirovahî ya ji bo Şengalê ne razîbûn zêde dibe. Jinên Rojava bertekên xwe hember helwesta PDK'ê anî ziman û gotin, "Em dizanin Erdogan dijminê me ye, lê em ji Mesut dipirsim tu keyî?"

*Endama Meclise Jinê Şengalê Dayê Bihar berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir û got; "Ez bang li keçên ciwan dikim ku tevlî nav refên YPS-JIN bibin. Pêvajoya ku em niha jiyan dikin pêwîstiya jinan bi xwe paristinê heye. Ger hêza me ya parastinê xurtbe emê êrîşên dijmin hemuyan vale derbixînin. Dem dema berxwedaniyê ye û serkeftin ya me ye."

* Endama Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê Guldane Kiliç diyar kir ku li hember ekonomî û avakirina jiyana azad a jinê astengiyên mezin hene û got: "Modela me ya ekonomiyê jin di nava rêxistinbûna komunal de pêşxistine."

*Jinên di Kolektîfa Jinan a Edeneyê cih digirin bertek nîşanê gotina Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Dawîdoglu û fetwayên Serokê Karê Diyanetê ya li ser beden û zayendiya jinê tên kirin, dan. Jinan got ku bila dewlet dev ji siyaseta li ser bedena jinê berde, ji ber ku ew ne makineyên qupikê ne.

*Di roja 57'an de êrîşên ser Cizîrê berdewam dikin, îro bi propagandaya reşkirinê agahiya qetilkirina bi dehan kesan hat. Bi rojane ji bo dayîna bihîstin a dengê du jêrzemînan bi gotina "deng bidin" hewildan tên kirin. Me jî li kolanên Stenbolê 'bodruma hovîtiyê' û komkujî pirsî welatiyan gotin: "Em naxwazin di welatê ku hinek mirov bi mirinê şa dibin de bijîn."

*Jinên Başurê Kurdistanê komkujiya dewleta Tirik şermezarkirin û ragihandin ku bila ev roj bibe roja tekoşîna Kurdan li hember hêzên mêtînger.

*Parêzer Denîz Bayram diyar kir ku AHÎM û welatên Ewropa ji bo berjiwandiyên xwe yê koçberan, hember komkujî û qedexeyên li navçeyên Kurdistanê bêdeng dimînin û got ku, AHÎM li gorî biryarên xwe û rêzikên hiquqên gerdûnî tev nagere.

*Endama YPS-JIN Sara Zagros ya ku di rojên borî de avabûna xwe îlan kirin got, "Em di vê baweriyê de ne çawan ku Arîn Mîrxan di demek kin de misyona pêşengiyê bi cih anî, em ê jî bi heman aweyî bibin pêşenga gelê xwe."