Di çalakiyê de komkujiya Cizîr û Sur hat şermezar kirin
17:45
JINHA
WAN - Piştî Hevşarêdara Artemêtan Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn hat girtin her heftê roja duşem bi çalakiya " Duşema Reş " tê li darxistin. Di çalakiya hefteya 24'an de xwestin komkujiya ku li Cizîr û Surê bi dawî bibin.
Çalakiya "Duşema Reş" yê ku armanca şermezar kirina girtina xebatkarên şaredarî û Hevşaredara naveçeya Artemêtan yê Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn di hefteya 24'da pêk hat. Çalakiya ku li ber Şaredariya Artemêtan pêk hatî de Wekîla Hevşaredara Artemêtan Nurhayat Çelîk, Seroka HDP'ê ya navçeya Artemêtan Gûlşah Hakan, Rêveberên navçeyê Artemêtan a DBP'ê Endamên Meclîsa Şaredarî û xebatkarên şaredariyê amede bûn. Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtan Azîm Yacan daxuyanî xwend. Azîm destnîşan kir ku ligel 168 heftî li ser girtina hevşaredar re dibore jî ne amedebûna doznamê bê hiqûqî ye.
'Her roj komkujiyek nû tê jîn'
Azîm da zanîn ku bi dorpêça li ser Cizîr û Surê re komkujî û şer dewam dike û got tev şer operasyona qirkirina siyasî jî berdewam dike. Azîm wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Surê û Cizîrê şerê dorpêçan û qirkirina girtine berdewam dike. Ji bo hersa Serokîtiyê yek kesî li ser heremên kurda qatilîam tên jiyandin. Ev hişmêndiya îqtîdarê welat û bajarên kurda ber bi qatilîaman û felaketan ve dibe. Li heremê mafê mirovan hatî binpêkirin."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî hat.
(dt/rc)
