Ji bo Cizîrê li Galatasarayê dê çalakî despêbikin

14:42

JINHA

STENBOL - Li Stenbolê welatî dê saet di 18.00'an de bi pêşengiya HDP, HDK û KJA'yê li Qada Galatasarayê bên cem hev û qatlîama ku li du jêrzemînên 2 avahiyan ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hat şermezar bikin. HDB banga beşdariyê li hemû kesan kirin.

Li dijî qatlîama ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li jêrzemîna 2 avahiyan de ji aliyê hêzên dewletê ve hate kirin li Tirkiye Kurdistan û Ewropayê nerazîbûn her diçe zêdetir dibe. Li Stenbolê welatî dê saet di 18.00'an de bi pêşengiya HDP, HDK û KJA'yê li Qada Galatasarayê bên cem hev û bi daxuyaniyekî qatlîama li Cizîrê şermezar bikin. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê têkîldarî mijarê daxuyand ku AKP li dijî gelê kurd qatlîamê ferz dike li hemberî vê yekê hate xwestin ku hemû kes nerazîbûnê Nîşan bide. Di daxuyaniyê de bang li hemû kesan hate kirin ku saet di 18.00'an de li Qada Galatasarayê bin.

(zt)