Nisêbîn li hember komkujiyê radibe ser piyan
11:32
Sibat
8
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Gelê Nisêbînê û meşvanên Botanê bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê pêk hatî, dê saet di 14.00'na de meş li dar bixin.
Li ser agahiya bihîstina komkujiya Cizîra Şirnexê, bi pêşengiya rêxistinên HDP, DBP'ê yên Nisêbînê û Kongreya Jinên Azad (KJA) a Nisêbînê dê meş li dar bixin. Meşa bi armanca şermezarkirina komkujiyê tê organîzekirin, dê saet di 14.00'an de li Qada Newrozê dest pê bike. HDP, DBP û KJA'yê bang li gelê Nisêbînê kir ku jiyanê bidin rawestandin û banga tevlîbûna meşê kirin.
(ekîp/eb/rc)
