ROJEVA 08'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:12

*Endama Rêveberiya KJAR'ê Xelat Talei diyar kir ku serkeftina berxwedana Bakur azadiya Rojihalatê Kurdistanê bi xwere tine û got: "Berxwedan û serkeftina Bakurê Kurdistanê Berxwedan û serkeftina Rojhilate, gel bi vê hewlestê tevdigere."

*Li Wanê heya niha 10 hezar kes bi nexweşiya Çolyakê ketine. Bijîşk Mehmet Fatîh Ozbay di derbarê Çolyakê de agahî da û diyar kir ku nexweşiya Çolyakê ji ber Gluteînê çê dibe.

* Civaknasa Navenda Jinê yê Îştar a Mêrsînê Fahriye Cengîz li hember polîtîkayê komkujiya dewletê ji bo piştevaniyê hat Amedê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji hêza jinê ditirse û got ligel her êrîşê ew bi hev re dê jiyana nû înşa bikin.

*Konferans Jinên Sûriyê ji bo Aştî û Demokrasiyê di 5'ê heyvê de li bajarê Dêrikê hatibû li dar xistin. Di derbara konferansê de delegeyên Suryan, Kurd û Ereb nêrînên xwe anîn ziman.

*Jinên ku dibêjin 'Em bi şev jî kolanên xwe terk nakin' nobeta wan yê jiyanê her ku diçe berfirehtir dibe. Li hember zîhniyeta desthilatdariyê yê ku dibêje 'Çi karê jinan vê saetê li vir heye? jin tax bi tax nobetê digrin û dibêjin 'Şev jî êdî rojê me ye'.

*Amedspor ligel êrîşên nijadî û cezayên federasyonê di qadê de bi performansek serkeftî gav bi gav pêş ve diçe. Rêvebera Kulubê Dîlan Yumru, diyar kir ku armanca cezayan kulubê lewaz xistine û got ew li hember êrîşan berxwedane û dê li berxwe bidin.