ROJEVA 07'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Ji destpêka dîrokê heya roja îro dewletên dagirker li ser xaka Kurdistanê zilmê li gelê kurd dike û bi polîtîkayên şer dixwaze hebûna kurdan ji holê rake. Li çar parçeyên Kurdistanê li dijî polîtîkayên şer 28 serhildana serî hilda û hemû ji bi riyên îxanet û xapandinê têkçûn. Serhildana 29'emîn ya dibin Rêberitiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de serî hilda her ku çû mezin bû û niha jî bûye serhildana çar parçeyên Kurdistanê.

*Wêjevan Yildiz Çakar diyar kir ku ew serketin, pêşengî û êşên jinên kurd bi zimanê qedexe dinivîse û got; “Em dinivîsin, mêrî çî dibêje bê fikirîn em dinivîsin."

*Li Silopi di 37 rojên êrîş û qirkirina nijadî de li kampên komkirinê gelek îskence û sepandinên dermiroviyên weke tacîz û êrîşê ser jinan kirin.