ROJEVA 6'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Endama Meclîsa PYD'ê Menal Mihemed û Rêveberiya Jinê Gulîstan Xelef di derbarên êrîşên dewleta Tirkiyê a li ser gelê bakûrê Kurdistanê nirxandin û gotin "Dewleta Tirkiyê dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne."
* Rojnamegerên ku ji bo hevgirtina bi rojnamegerên li Kurdistanê re hatin Kurdistanê diyar kirin dê heya dawî nobeta nûçeyan bigrin. Ji rojnamegeran Evrîm Kurtogul yê ku tevî me dixebite diyar kir ku rojnameger li Kurdistanê tevî tehlûkeyê mirinê jî dixebitin û nûçegihana BBC Hatîce Kamer jî qala tundiyê ku pêk tê kir.
* Futbola ku di nava civakê de wek 'karê mêr' tê dîtin, jin bi biryarin vê zîhniyetê bişkînin. Ji leystîkvanên koma Tirkiyê Nursel Ozkan û Gulşe Ozgullu qala serkeftina xwe û futbolê kirin.
*Jinên ciwan û xwendevan ên binarî Qendîl li Başurê Kurdistanê di derbarê tecrîda giran kirî û komploya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên ser Bakurê Kurdistanê de axivîn û gotin: "Tecrîd tê wateya berdewamiya komkujiyan li hember gelê Kurd."
*Navê 7 jinên di dorpêç û êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin hîna di nava taxan de olan dide. Ji kolana 7 rojan Taybet lê razayî, heya baxçê Ayşe lê hatî gulebaran kirin û bin pira Sêvê, Pakize û Fatma lê hatîn înfaz kirin; hemû şopên berxwedana jinan tên xêz kirin.
*Gûlê yê ku bi keda xwe jiyana xwe rêvedibe, piştî nasîna têkoşîna azadiyê yê jinên Rojava jiyanê wê hat guhertin. Gûlê Rifat Habeş yê ku ji ber êrîşe çeteyên DAIŞ'ê neçar ma were Dîlokê ligel tevahî zehmetiyên jiyanê têdikoşe.
