ROJEVA 5'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:15
*Bi boneya rasthatina 17. salvegera komploya navnetewî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên Geverê bertekê xwe li hember pêk anîna tecrîdê anîn ziman û gotin, "Em ê wek jinên Kurd bi aweyek herî baş xwedî li rêberê xwe derên. Bersiva herî mezin bi rêxistinbûnê em ê bidin."
*Endama Meclîsa Daîmê yê KJA'yê Ayşegul Çomak bal kişand ku li Tirkiyê û Kurdistanê jin bûne hedefa desthilatdariyê û got, ti polîtîkayê înkar û îmhayê yê dewletê wê wan ji têkoşînê sar neke û wiha domand, "Hûn dikarin me tev bikûjin lê hûnê me têk nebin."
*Derûnas Nursel Avci ya ku li Navenda Şewremendiya Jinê ya Rojinê ya Wanê dimînî bernameyên zewacê ku di televîzyonên tirk de tên weşandin nirxand. Nursel got ku dîsa di hedefa pergalê de jin hene û niha pergal dixweze jinê bi vê rêyê tune bike.
* Aktîvîstên xwezayê yê bi navê Bisîkeletên Pêşbir kampanya "Ji bo koçberan honandinê bike" a ku dane despêkirin her ku diçe belav dibe. Her fanêleyê ku girêk bi girêk tê honandin ji bo germkirina zarokên stembar tên amede kirin.
