ROJEVA 04'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Hena Dawûd hem helbestvan hem jî tekane jina ku di rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran a bajêr de erk girtiye, behsa xebatê xwe dike.
*Endama Komîteya Amedekariya 1. Konferansa Jinên Sûriyeya Demokratîk Rojîn Remo di derbarê amadekariya konferansê de ji ajansa me JINHA re axivî.
*Tirkiye Hisên (30) dayîka 6 zarokane û hevjîna Silêman Dahir yê ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yê li ser bajarê Til Temirê de jiyana xwe ji dest daye ye. Tirkiye qala serpêhatî û têkoşîna jiyana xwe dike.
*Taybet Înan (57) yê ku Sîlopiya Şirnexê di 18'ê Kanûna 2015'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin û 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma, bûyerên ku di sala 1993'an de jiyan kirine rûyê komkujiyê vê rojê diyar dike. Taybet Înan di encama teqîna mayîna ku dewlet li çolê çandî de du zarokên xwe wenda dike û di sala 2015'an de jî ew li ber çavê zarokên xwe tê qetil kirin.
*Jinên Erdîşê gihayên ku li zozanên Geliyê Zîlan berhevdikin, hem cih xwe ser dezgehê digre hem jî sifrê. Şevket Taş yê ku li Erdîşê bi salane esnafî dike, bal kişand ser girîgiya kedê jinan û got, di nava civakê de yê ku esnafî ser piyan digre cardin hêza jinane.
* Jinên ciwan banga rêxistinbûnê li hember êrîşên ser vîna xwereveberinê li Kurdistanê kir û gotin, "Pêvajoya li Kurdistanê ber bi şoreşê ve diçe û ev şoreş şoreşa jinê ye. Ji bo ev şoreş bê mezinkirin û li tevahî qadan bê belav kirin, pêwîstî hebe em tev tencere û tava bigrin destê xwe û bi ser dijmin ve biçin. Em jinên ku li pişt xendekan berxwedidin silav dikin."
