ROJEVA 03'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jina bi navê Şêrîn Xelîl a astengdar li beramberî zehmetiyên jiyanê, jiyaneke nû hilbijart û bi afrîndina wêneyên jiyanê hestên xwe xêz kir.

*Li New Yorkê ji jinên karker heta artêşa jinê ya Mîno her tim li hemberî mêtingerî û koletiyê têkoşiyan. Li Rûsya, Nijerya, Vîetnam, Nîkaraguayê jin her tim li ser piyan bûn. Dîrokê cîhanê bû dîroka serhildanên jinan. Jinan kolan, tax, fabrîka, gund û hemû qadên jiyanê veguherandin qadên berxwedanê, ji gelek serhildanan re pêşengî kirin.

*Ji bo piştevaniya berxwedana, Bakurê Kurdistanê Êzidiyan li lutkeyên Çiyayê Şengalê kon vegirtin. Ciwanên nobeta konê berxwedanê digirin gotin: "Emê nobeta xwe ya berxwedanê berdewam bikin. Em berxwedana Bakurê Kudistanê silav dikin."

* Li her deverên Kurdîstanê ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê kurd çalakiyên piştgiriyê li dar xistin. Li Colemêrgê Saziyan aşkere kirin ku berxwedana gelan dê qezenc bike.

*Li Colemêrgê Hevserokên Şaxa Sendikaya Kedkarên Tendirûstvan (SKT) diyar kirin ku ger birindar neyên derman kirin dê komkujiyek mezin derbikeve holê.

*Endama Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Muntaha Bîldîrîcî qetlîamên jinan ên ku li Tirkiyê û Kurdistanê pêk tên nirxand û diyar kir ku di nav civakê de jin wek namûsê tên pênase kirin û li ser vê yekê tên qetîlkirin.

*Kampanya ku Hewildana Jin ya ji bo Aştî (BÎKG) bi dirûşmeya "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne! Em mafê heqîqet û aştiyê diparêzin" dabû despêkirin, di 6'ê Sibatê de dê derbasî Amedê bibe. Jinên ku ji bo mûzekerê û aştiyê dengê xwe bilind dikin, dê li Amedê ji aliyê Koordînasyona KJA'yê ve werin pêşwazî kirin.