Abdulbasît ê giran birîndar bû sewqî Amedê hate kirin
08:12
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbînê ciwanê bi navê Abdulbasît Yildiz ê ku duh ji aliyê hêzên dewletê ve bi giranî hatibû birîndarkirin, piştî 3 emeliyata jî derbas kir rewşa wî girantir bû û ji ber vî awayî ew sewqî Nexweşxaneya Perwerdeh û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li taxa Zeynel Abidîn ciwanê bi navê Abdulbasît Yildiz (20) ku ji aliyê hêzên dewletê ve ji ranê xwe birîndar bû, ji dûh ve heta niha 3 emeliyatên giran derbas kir. Piştî ku dûh Abdulbasît, li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatibû emeliyatkirin, ji ber ku rewşa wî giran bû ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatibû kirin. Abdulbasît li Mêrdînê jî 2 car hate emeliyatkirin û hate hîn bûn ku rewşa wî giran e û gelek xwîn winda kiriye.
Ji ber talûkeya jiyanî sewqî Amedê hate kirin
Abdulbasît ê li beşa lezgîn ya nexweşxaneyê dihat ragirtin, ji ber rewşa wî girantir bû ew sewqî Nexweşxaneya Perwerdeh û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin. Birayê Abdulbasît, Bîlal Yildiz destnîşan kir ku birayê wî talûkeya jiyanî ji ser xwe navêtiye û got ku hêviya wan tenê ew e ku birayê wî baş bibe. Bîlal anî ziman ku ji ber êrîşî birayê wî gelek xwîn derbas kiriye û bi mirinê re rû bi rû maye.
(bg/rc)
