ROJEVA 02'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên Başurê Kurdistanê dagîrkeriya dewleta tirik ser Başurê Kurdistanê wek planek navnetewî bi nav dikin û dibêjin; "Em wek jinên Başurê Kurdistanê wê siyaseta ku parçebun û nakokî di xe nav hizira netewî ya kurdan napejirînin û li hember vê heya dawiyê tekoşîn dikin."
*Ji ber qedexe û êrîşên hêzên dewletê ser Cizîrê gelek welatî neçar man malên xwe berdan û li Basa bicîh bûne. Keça birayê Cebrail Mungan ê bavê du zarokan li Cizîrê hatî qetilkirin Rojin Mungan tiştên dîti wiha vegot: "Dema ku leşerkan em ji malê derxistin, divê me dermanê dayîka xwe girtibana. Ji bo girtina derman leşkeran 5 deqe dem da min. Li serê min tulbendek sipî girêdan û diyar kirin ku di nava 5 deqeyan de ez venegerim dê min gulebaran bikin."
*Endama Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê Nêrgîz Baz wataya çalakî û kesayeta Viyan Soran vegot.
*Ser komploya navnetewiya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtine anîne Tirkiyê 17 sal derbas bû. Parlementera HDP'ê ya berê Leyla Guven got: "Ji bo kampaniyayên azadiya Ocalan çî ji destê me bê emê bikin. Heya Birêz Ocalan li wê girtî be em jin jî xwe girtî hîs dikin."
*Ji sala 1994'an vir ve li parzemîna Chiapas a Meksîkayê projeya wekheviya mafê jinan a Zapatista tê dîtin. Jinên Zapatistayê ku mafê jinan bi nîqaşan didin jiyîn, digotin: "Tişta em lê digerin, bi awayekê ji nû ve çêkirina mirovane. Ya ku em dixwazin biguherin eve. Daxwaza ne cîhanek dine. Têkoşîna ku jin, zilam û em hemû parçeyek ji wê ne eve. Em naxwazin tiştekî ku zîhniyeta dîrokî bimeşîne ava bikin.
*Yek ji bajarên ku kedê jin nayên dîtin Mersînê ye. Jinan li Mêrsînê bi pênûsrejî, boyaxa neftî bi rengê jin û rihê xwe tevî hilberînê dibin.
* Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ên Stenbolê, banga piştgiriyê kampanya ku BÎKG'ê bi dirûşmeya "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne. Em mafê aştî û heqîqatê diparêzin" daye despêkirin kir. Dayîkan gotin, "Çiqas jinên Kurd û jinên cîhanê hebin, divê tev ji bo aştî û wekheviyê îmze bidin kampanyayê. Bila îmze bidin ku dawî li vî şerî were."
