ROJEVA 01'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Dayîka Viyan Soran Gelawêj Soran di derbarê zarokatiya Viyan de wiha got: "Viyan ruken bû. Di zarokatiya xwe de jî gelek jîr û serketî bû. Di dibistanê de tim di rêza yekemîn de bû, ji hemî xwendevanan zîrek tir bû. Leyla di çiyanda jî her serkeftî bû. Xwedî jiyanek bi rêxistî û dilnizim bû.

*Li Îrlandayê dema Raperîna Paskalya ya di sala 1916'an de destpê kir jin ji bo mafê deng dayînê û wekhevî têdikoşiyan, li hemberî êrîşên leşkerên Îngilîzan bi pêşengiya Fermandar Constance Markievicz barîkat ava kirin û hêzên parastina cewherî ava kirin. Jinên ku li pişt barîkatan li ber xwe didan û teslîm nebûn, bi navê 'Jinên 1916'an derbazî rûpelên dîrokê bûn.

*Şervanên YPJ'ê jiyana xwe ya beriya ku beşdarî nav refên YPJ'ê bibin nirxandin û guhertinên ku di warê fikir, hest û jiyana wan de çêbûye ji ajansa me re vegotin. Şervanan got, "Bi hezaran sal e desthilatdarî jiyan li dora jinê digir dike, lê belê bi saya têkoşîna azadiya jinê jin ber bi azadiyê ve diçe."

* Gelê Silopî ên ku ji ber êrîşan ji cih û warê xwe hatibûn koçkirin dest bi vegerê malên xwe kirin. Gelê Silopî ên ku ji ber êrîşên top û tangê hêzên dewletê xaniyê wan hilweşiyayî wiha qala înşakirina nû kirin, "Em ê malên xwe ji nûde înşa bikin, jiyana nû em ê avabikin û ti car em ê dev ji axa xwe terk nekin."