ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên ku hewl didan tevlî şoreşa Îspanyayê ya di sala 1936'an de destpê kir bibin, li hemberî koletiya jinan dibin sîwana Mujeres Libres-Bi Jinên Azad re xwe birêxistin kirin. Pepita Carpeña ku di çeperan de banga "Xwe azad bike" li jinan dikir wiha digot: "Bila zilam ne hizirin ku ji jinan baştirin, dema me got mafê wan ê hikûmkirina li ser me tune ye, bi awayekî alozî derxistin. Li gorî min jinên Îspanyayê li benda bangek wiha bûn." Jinên ku di xwestin tevlî şer bibin ji aliyê fermandarên zilam ve dihat redkirin lê jinan jiyanek nû dihûnandin.

*Bi sedan kesên Rojihilatê Kurdistanê ku dixwestin di hilbijartinên giştî yên Îranê de bibin namzed, daxwaziyên wan hatin redkirin. Di nav wan de parlamenterên niha yên kurd ku piraniya wan jî jinin hene.

*Şervanên YPJ'ê ên ku bi berxwedana xwe dîrok nivîsî, ji tevahî jin û netewên cuda re jî bûye çavkaniya jiyanê. Lîlav Xabûr yê ku ji pêkhatiya Erebe hebûna xwe bi YPJ'ê pênase dike.

*Bi pêşengiya Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) bi sernava "Hezar jin 1000 îmza" kampanyaya îmzayan a jinan bi diruşma "Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê dixwazin" dayî despêkirin bi hemû leza xwe berdewam dike. Li Stenbolê ji bo deng dana aştiyê bi hezaran jin ji bo deng dana aştiyê li hev kom dibin, li Amedê jî amadekariyên hevdîtina 6'ê Sibatê tê kirin.

*Ji malbatên Pirsusê Kerime Ozkan têvlî çalakiya nobeta ji bo Cizîre ku li Giremîra hatî despêkirin bû û got; "Kurê min ji bo gelê cihane û azadiya sehid ket. Ez bangî ciwanên sosyalist dikim werin em mil bidin hev, em li berxwe bidin." Dayika aştiyê Hanîfe Yildiz jî wiha got: "Ez ê herim Cizîrê wan ciwanan bi destê xwe defin bikim û di axa wan de ez ê lawê xwe bibînim."