ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:02
*Endamên Jin ên Dewreya Hêzên Parastina Cewherî li Rimêlan perwerde nirxandin. Endamên hêzên parastina cewherî gotin, "Em naxwazin wek jinên Şengal û Mûsûlê di bazaran de werin firotin. Ev jî pêwîstiya me ya perwerdeya leşkerî û cewherî duqat zêdetir dike."
*Jinên Ciwan li bajarê Til Temir piştgiriya xwe ji berxwedana Xweseriya Demokratîk a li Bakûrê Kurdistanê anîn ziman.
*Li Çiyayê Şengalê jin perwerdeya zimanê kurdî dibînin. Mamostaya perwerdê dide Buharîn Amara got: "Ev daxwaza jinan bû perwerdeya ziman bibînin. Dema ku me dest bi perwerdê kir birastî jî me pêdiviya perwerdê dît. Jinên li vêderê perwerde dibînin hemû jî ji xwe bawerin wê ji perwerdê tiştên baş bigirin."
*Ji roja ku hene heta niha jin li ber xwe didin. Çîrokên jinan ên ku bi hezaran salin li ber xwe didin ewqas bi hêz bûn ku winda nebûn. Ji jinên ku çek girtin destê xwe û bajarên xwe parastin heta Qanûnên jinên şoreşger, ji jinên ku ji leşkeran re gotin; 'çeka xwe dane erdê û tevlî gel bibe' heta jinên şoreşger ên çek girtin destê xwe û gotin; 'dê rojekê kîna me bibe hevrîşîm.' Em bi vê dosyaya xwe hemû jinên ku li Parîs, Îspanya, Îrlanda, Meksîka û yên li cîhanê ku li pişt barîkatan li ber xwe dan, artêş avakirin û li hemberî dîktator, zîhniyeta baviksalarî û mêtîngeran gotin "no pasaran" bi bîr tînin.
