ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Hevseroka Meclisa Rêveber ya Kantona Efrinê Hêvî Mistefa di duyemîn salvegera îlankirina Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrînê de xebatên jinê yên hatî meşandin û plansaziyên Desteya Jinê nirxand.

*Taxa Şêx Meqsûd dubare bûye armanca êrîşên rejîma Suriyê û çeteyên El Nusra. Di êrîşên berî du rojan de ku 4 kes jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Jinên li bajarê Tiltemir bertek nîşan dan û ev êrîş şermezar kirin û wiha gotin, "Bêdengiya li dijî êrîşên Şêx Meqsûd em rexne dikin."

*Endama Meclisa PJAK'ê Bêrîvan Hejar pêvajoya dawiyê nirxand û got: "Ez berxwedana jin û ciwanên vê axa pîroz silav dikim. Bawerim ku tû car yê zalim û Yezîdê demê li hemberê vê berxwedan û sekna pakrewanên vê axa pîroz ser nakevin. Dê di xwîna ku dirijîn nefret û kîna dijîn de bifetisin."

* Hecî Belqîs di demên herî teng de bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî kiriye. Ji bo peyîdakirina avê Belqîs bi destê xwe bîrek avê ya 40 metre kolaye, ji wê demê heya niha ew bîra avê bûye çavkaniya jiyana wê.

*Hîna 4 cenazeyên di nava dorpêça Surê de tên girtin nedane malbatên wan. Ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe dayîk di gireva birçîbûnê û çalakiya nobetê denin. Mediyaya alîgir jî heta li hember nûçeyên definkirina cenazeyan jî bertek nîşan dan û pirsên weke "Cenazeyê Îsa û Mesut parçabûne" kirin.

*Şervanên YPJ-Şengal, YPS-JIN a li Bakurê Kurdistanê hemberî êrîşan hatî avakirin silav kir.